Îro berbangê Azerbaycanê hicûmî ser sînorê Arsaxê kirye û hedef girtye ser wargehê sîvîl û paytexta Arsaxê Stêpanakêrtê.
Berdevka Wezareta Parastinê ya Cimhûriyeta Ermenîstanê Şûşan Stêpanyan ragihandiye, ku hêzên ermeniya li du helîkopterên dijmin û sê ATS xistin e. Van siheta şerê giran berdewam e.
Wezereta karê derva ye CE daxûyanî bela kirye: “ îro Azerbaycanê bombebarana aktîv despê kirye ser sînor û her wisa jî hedef girtye ser wargehê sîvîl. Em şermezar dikin agrêsyaya hokûmeta sîyasî û leşkerî ya Azervbaycanê miqebîlê Arsaxê. Terefê ermen wê her tiştî bikin kû biparêzin cimeta Arsaxêye sîvîlû cahabê bidin.
Cahabdarê vê agrêsyayê serkotya leşkerî û sîyasî ya Azêrbaycanê ye.”
Seva vê hicumê ragihandiya wisa jî serowezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û bang kirye ku nûçeyên fermî bişopînin û li pişt dewlet û artêşê bi zexmî bisekinin.