Îro berbangê da ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê de careke din di navbera herdu welatan de şer destpê kir. Serokewezîrê Ermenistanê ragihand ku artêşa Azarbêcanê dest bi êrîşekê kiriye, lê artêşa wan bi awayekî serkeftî rewş kontrol kir.
Êrişên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de berdewam in. Wezareta Parastina Ermenistanê ragihand ku 4 helîkopter, 15 firokeyên bê firokevan û wisa jî 10 tank ên Azerbaycanê xistine.
Nîkol Paşînyan, ji ber şer seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kir.
Paşînyan, ragihand ku ji ber zêdebûna aloziyan tansiyona di navbera wan û Azerbeycanê de, seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kir û bang li welatiyên xwe kir ku di çarçoveya seferberiyê biçe serî li şaxên leşkeriyê bidin.
Şer û opêrasiyonên leşkerî berdewam in.