Ermenistanê hişyarî da Tirkiyê

Ermenistanê hişyarî da Tirkiyê


Posted in Nûçe

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan îro, roja  27.09.2020 an bang li civata navnetewî kir, da ku pişt rast bibin ku Tirkiye destê xwe neke nava nakokiyên di navbera wan û Azerbaycanê da li ser herêma Arsaxê.

Ev hişdarî ya ji aliyê Serokê hikûmetê Ermenistanê ve di wî çaxî da hat, dema ku berbangê îro şer di navbera Ermenistanê û Azerbycanê da derketî û Tirkiyê piştevaniya xwe bo Azerbaycanê diyar kirî.

Serokwezîr Pashnyan dibêje, rewşta Tirkiyê dê derencamên wêrankarî pêk bîne li herêma başûrê Qafqasiya û herêmên dewrûber.

Herdu aliyên şerker li herêma Qarabaxê didin zanîn ku kuştî hene.

Şer li Arsaxê berdewam e.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram