Ji bo şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî dicive

Ji bo şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî dicive


Posted in Nûçe

Îro, Sêşemê Encûmena Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza hejmarek welatên ewropî, civîneke ne asayî derbarê rewşa Nagorno-Karabax saz dike.

Şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de li ser sînorê herêma Nagorno-Karabax berdewam e û biryar e îro Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşê îro bicive.

Li gor zanyariyan, biryar e Almanya û Fransa di vê civînê de pêşniyara çareseriyekê bo aloziyên navbera Azerbaycan û Ermenistanê bikin. Bi gotina çend dîplomatan, di dawiya civîna xwe ya îro de, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî dê daxuyaniyekê bide, ku eger heye bandora xwe li ser rewşê hebe, ji ber ku eger bi piraniya dengan nebe, encûmen ti daxuyaniyan nade.

Şeva bihorî jî şer û pevçûn di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser sînorê herêma Nagorno Karabax berdewam bû.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Berevaniya  Nagorno-Karabaxê ragihand, 26 leşkerên din di şerê dijî hêzên Azerbeycanê hatine kuştin, bi vê yekê hejmara qurbaniyên wê di şerê du rojên bihorî de, gihişte 84 kuştiyan.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Ermenistanê jî ragihand, hêzên Azerbeycanê bi tundî êrîşî aliyê başûr û bakurê rojhilatê sînorê Nagorno-Karabaxê kiriye.

Şerê vê carê yê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ku ji Yekşemiyê ve destpê kiriye, piştî şerê sala 2016 şerê herî giran e.

Piraniya welatên cîhanê û bi taybet Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê daxwaza rawestandina şer û aloziyan kirine.

Li gor zanyariyan, heta niha di şer de 95 kes hatine kuştin, 11 ji wan sivîl in, 9 ji Azerbeycanê û du ji Ermenistanê. Azerbeycanê amarên kuştiyên xwe di şer de aşkere nekirine.

Piştî şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê û agirbesta sala 1994an a di anvbera herdu aliyan de, li herêma Nagorno-Karabaxê rêveberiyeke taybet hat avakirin û paşê serxwebûna xwe ragihand.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram