Ermenistan û Azerbaycan danûstendinê red dikin

Ermenistan û Azerbaycan danûstendinê red dikin


Posted in Nûçe

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam dike û berpirsên herdu welatan danûnstendin û agirbesta şer vê gavê qebûl nakin․

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev di hevpeyvînekê de ligel kanaleke Rûsyayê aşkere kir, ku ew diyalog û danûstendinê red dikin. Herwiha Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan jî di hevpeyvînekê ligel kanala Rûsyayê de aşkere kir, ku heta şer û pevçûn berdewam bikin ew bi Azerbaycanê re diyalog û danûstendinê nakin.

Beriya bi çar rojan hêzên Azerbaycanê û Ermenistanê li ser herêma Arsaxê dest bi şer kirine û şerê wan bi giranî berdewam dike.

Li aliyê din Ermenistan Tirkiyê  gunehkar dike ku alîgiriya Azerbaycanê dike û balafireke Ermenistanê xistiye. Herwiha çekdarên Sûriyê bo Azerbaycanê veguhestine û li dijî Ermenistanê bikartîne.

Li aliyê din berpirsên Tirkiyê red dikin ku wan beşdarî di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de kiriye.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram