Bavê Ruhanî yê Êzidiyan Bavê Şêx, ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye.
Şêx Xirto Hecê Îsmaîlê bi nav nasnavê Bave Şêx Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an li bajarê Hewlêrê di nexweşxaneyê de ji ber nexweşiyeke dijwar koça dawî kir.
Bave Şêx 87 salî bû û nexweşiya gurcîkê cem hebû û vê yekê jî zîyan li ser dilê wî kiriye.
Bavê Şêx roja Sêşemê ji Şêxanê bo nexweşxaneyeke Duhokê hatibû veguhastin, lê ji berê rewşa wî her girantir bû ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatibû veguhestin.
Bavê Şêx ji 1995a da xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dike.
Bavê Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û ew xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Edî ye. Bavê Şêx di heman demê de berpirsê dibistana Lalişê bû.