Vê carê pêşkêşî we dikin helbesta helbestvanê ermenî yê bi nav û deng Yêxîşê Çarêns,ku nêzîkî 100 salî berê hatiye nivîsandin. Ewî welatê xwe ji emrê xwe bêtir hiz kirye û ew yeka tê eyan kirinê di vê helbesta wîda. Wergêra ji ermenî ya rojnamêvanê naskirî Prîskê Mihoyî.
YÊXÎŞÊ ÇARÊNS
Ez hiz dikim Ermenîstana şîrîn, sewta bi tavê nitirî,
Sazê meyî kevinî dilşewat, sîmê xemgîn û kewgirî,
Bîhn û buxsa kulîlkên algevez û gulên sore narincî
Û hiz dikim keçên Nayîrê, dîlana wane naze çapikî.
Hiz dikim ezmanê tarî, avên zelal, gola geş û ronikî,
Tava havînê û bagera zivistanê – fişîna zîyayê nes,
Malikên li tarîyê unda – dîwarên reşe mêvan nedîtî
Û bajarên kevnar – kevirên hezar sale hiz dikim ez.
Li ku bim jî ez, bîr nakim tu cara stranên meye zelûl,
Bîr nakim nivîsarên me herfpola – bi dirozge duakirî,
Çiqas jî dilêm berbatikin – birînên meye xedar û kûr,
Her hiz dikim yara xwe – Ermenîstana sêwî û sincirî.
Ji bo vî dilê minî hisret tune hikyateke bedewe din jî,
Enîya kever û vekirî – enîya Narêkasî û Kûçakê me,
Here li dinê tu bigere, tune heçê mîna Araratêyî sipî,
Wek rîya kubarîya bilind – ez hiz dikim Masîsê xwe.