Xizmê girtî daxwaz dikin ji hukmeta Ermenîstanê

Xizmê girtî daxwaz dikin ji hukmeta Ermenîstanê


Posted in Mafê meriva, Nûçe

Xizmê Cangîr Koçoyan daxwaz dikin ji hukmeta Ermenîstanê, wekî bexşandinê bidin wî yan jî dema mayî ji cezayê bi berdana zû bê kirin.

Sala 2016-a binelîyê gundê Yêrasxahûnê Cangîr Koçoyan bi biryara dadgehê bi 6 salan hate cezakirin ji bo kirina sûcê ku pê  gotara 175, beşa (2), xala (4) ya Koda krîmînalî ya komara Ermenistanê de hatiye kivşkirin.

Pê gotara 76-a ya Koda krîmînalî ya komara Ermenistanê, seva kesê ku bi sûcekî giran hatiye mehkûm kirin, dikare berdana zû bê dayîn, eger ew girtî nîvê dema cezaya xwe derbas kirye.

Cangîr Koçoyan nîvê dema cezayê xwe êdî derbas kirye û îzna wî heye seva berdana zû daxwaz bike.

Du zarê Cangîr biçûk hene, kîjana dê bav û jina wî xwey dikin, seheta dêbavê wî ne başe, malbeta wan ne bi halekî baş de dijî. Û xwastina wan ji hukmetê ewe, wekî seva Cangîr berdana zû bê kirin.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram