Êzdî Eîda Çarşema sersalê dikin. Ev Eîda tê derbas kirinê her sal pey 13ê meha nîsanê roja çarşema ewlin. Gorî bawarîya êzdîa hima vê rojê dinya hatiye çêkirinê û ew roj destpêka Sala teze ye.
Çarşema sersalê her wisa jî tê hesavê wek sembola hatina biharê û gulvebûna xwezayê
Her wisa jî ev Eîda tê navkirinê Çarşema sor, Eîda Twisî Melek, Eîda serê salê
Gorî bawarîya êzdîa roja çarşemê roja efirandina dinyayê ye, waxta Xwadê temam dike çêkirina dinyayê û Tawisî Melek peya dibe ser erdê. Seva wir jî roja çarşemê roja pîroze seva êzdîa û ewê rojê êzdî naxevtin.
Berbanga roja çarşemê keçikê cahal diçin deşt zozana kulîrka didin hev û dadînin ber derî û pencara bi wî cûreyî didin eyankirinê hatina biharê û sala teze. Êzdî her wisa jî heka reng dikin, kîjan dîsa wek sembola hatina biharê û vebûna gul çîçekaye.
Êvara şêşema berî Eîdê êzdî diçin ber ziyaretên xwe, tiwaf dibin û beşdarî Eîdê dibin, çira wek sembola rojê vêdixin û bi wî cûreyî pêşwazîya sala teze û hatina biharê dikin.
Weke êzdî dibêjin, ev eîd eîda hemû mirovatiyê ye.