Avakirina Cimhurîyeta Ermenistana Yekemîn da gelek emekê fermandar û karmendê dîwanê Ûsûb Bêk Temûryan heye. Berî nasdayîna Cimhurîyetê bi serkariya Ûsûb Bêk hate avakirinê hêza leşkerî ye Alaşkêrtê.
Sala 1917 an Ûsûb Bêk tevî hêza xwe ye leşkerî beşdarî şerê hemberî tirka bû. Hêzên leşkerî yên wî û yê Cangîr Axa wisa jî beşdarî şerê Sardarapatê û Baş-Aparanê bûn.
Ûsûb Bêk bû endamê Parlamênta Cimhurîyeta Ermenistanê ya Yekemîn û karekî civakî û siyasî ye mezin pêkanî. Sala 1920-ê, 20-ê meha îlonê bi înîsiyatîfa Ûsûb Bêk Alêksandarapolê da Civîna ewlin ya êzdîê Ermenistanê hate derbas kirinê.
Ewî karekî mezin kir seva safîkirina pirsê birçîbûnê, pirsê penabera û pirsê sosîalî ye gundê êzdîa.
Serokwezîrê Ermenistanê Sîmon Vratsyan di bîranînên xwe da wî nav dikir “Aqilmend Ûsûb Bêk”.