Sîçanlûêda temam êzdî dimînin. Niha gund da 9 malbet dijîn. Mekteba gund sala 2018 an hatiye dadanê, şagirt diçin mekteba gundê cînar ya Nerkîn Bazmabêrdê.
Gihîştina gund gelek zehmet e. Riya gund gelekî xirave ye.
Nav 10 salên dawî da beşekê mezin ji xaliyê gund hatine firotanê.
Bi gotina bineliyê gund, bê zanebûna wan xaliyê wan seva pîşesaziya mînan hatine firotan.
Sala 2010 an 8,5 hêktar, sala 2019 an jî 11 hêktar xalî hatiye firotan.