Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 16.03.2024

1. 13-e û 14-e meha Adarê p’arek civaka êzdya derbas kir kloça serê salê.

2. Li Sînjarê îdî çend roje tê derbaskirinê heftya Kûltûrê.

3. “Însiyatîfa Nadiya” di çarçoveya xebatên xwe da li Xalkê, gundê Rojîn bîra belavkirina avê koland û dirêj kir.

4. Bona roja 8-ê Adarê roja jinaye cîhanî, komadarê 20î ya dîvîzya şerê Îraqê pîrozbaya xwe kirye kec û jinan ra. Continue reading “Xîret Nûçe 16.03.2024”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 09.03.2024

1. Nadiya Murad – “Jina Salê”. Bona roja 8-ê Adarê roja jinaye cîhanî, Tayme-ê merasîmek li dar xist û di navê “Jina Salê” da Nadiya Murad naskir.

2. Keça Êzidî ya bi navê Kovan Aido ku di sala 2014-a da ji aliyê DAIŞ-ê hatibû revandin, li Sûriyeyê hat rizgarkirin.

3. Nadiya Murad li Waşîngtonê bi Wezîrê Derva yê Amerîkayê Antonî Blînkên ra civiya.

4. Ji alyê Asamblya Miletan Merkeza dîaspora Êzidya li herêmê Yaroslavlê hat xelatkirin. Continue reading “Xîret Nûçe 09.03.2024”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 02.03.2024

1. Programa Xîret Mêdiayê ya ser nave “Platforma diyalogê” zêdetir programên nû hazirdike seva temaşevanên xwe.

2. Vê heftyê êzdiyan derbaskirin cejna “Şev Berat”.

3. 26ê meha Sibatê pê Însîyatîfa Nadîya Mûrad li Şengalê baxçek hate vekerin.

4. Bi Însîyatîfa Merkeza êzdya ya Mafê meriva duhê li Mêcamorê hat derbazkirin ders-sêmînarek bi navê “Esasê mafên cimeta kêmjimar û girîngiya tevlêbûnê” ji bo cihalên Ermenîstanê yê kemjimar. Continue reading “Xîret Nûçe 02.03.2024”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 24.02.2024

1. Zara Xodêî sêwirînerek kinca ye, ku bi eslê xwe da Êzidî ye.

2. Meclîsa Ciwanên Êzidî ya Herêma Nîjnî Novgorodê bona Cejna Eyda Xidr Nabî û Xidr Aylas konferansek li dar xist.

3. Van rojan serwêrê Merkeza êzdya ya mafê meriva Muraz Şamoyan li ser serdaneke xebatê çûbû Moldovayê bajarê Kîşnêvê.

4. Tîma Xîret Mêdîayê ve heftye rêportajek hazirkirye li gundê Dîmîtrovê da. Continue reading “Xîret Nûçe 24.02.2024”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 17.02.2024

1. Duhê êzdyên hemû dunyayê derbaskirin Eyda Xidir Nevî Xidir Eylas.

2. Guleşvanê êzdî Malxas Amoyan cara sêyemîn bû şampiyonê Avrûpayê.

3. Li parliamênta Êrmenistanê da, 15ê meha Sibatê hat derbaskirinê nîqaşek e berfireh derheqa pirsa bilindkirina temenê zewacê li Ermenîstanê.

4. Bi Însîyatîfa Merkeza êzdya ya Mafê meriva li Masîsê 7ê meha Sibatê hat derbazkirin ders-sêmînarek bi navê “Esasê mafên cimeta kêmjimar û girîngiya tevlêbûnê” ji bo cihalên Ermenîstanê yê kemjimar. Continue reading “Xîret Nûçe 17.02.2024”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 18.11.2023

1. Li Êrmenistanê fermandarê cokata êzdya ser navê Kerem Sloyan: Tîtal Sloyan 11ê meha 11a çû ser dilovanya xwe.

2. Merkeza êzdya ya mafê meriva destpêka projêyeke nû kirye.

3. Li paytexta Almanyayê: li Bêrlînê êzdî rabûbûn meşê.

4. Vê heftyê zêdetirî 1150 êzdyên ku li kampên peneberan yê Dîhokê dijîn vegeryan Şengalê: malên xwe.

5. Li Şengalê hatye derbazkirinê mêrasîma avakirina bîrdaryê. Continue reading “Xîret Nûçe 18.11.2023”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 25.11.2023

1.Serokê Îraqê li Êrmenistanê ye.

2.Parlamênta Almanyayê 3 milyon euro daye ji bo avakirina bîrdariya civaka Êzidiya.

3.Arayik Saidoyan 2 caran bû çêmpyonê jiu-jitsu.

4.Li dîrokê da cara yekemin jinên êzîdî tîma neteweyî ya futbolê ya jinên Iraqê de cih girtin.

5.Li gundên Şingalê demsala çinîna hurmûnê dest pê kiriye û çandina hurmiyê karekî nû ye.

6.Merqeza êzdya ya mafê meriva li Rewanê derbaz kir ders-civînek. Continue reading “Xîret Nûçe 25.11.2023”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 02.12.2023
  1. Ji xilaziya meha ciriya paşin da despê dikin çend cejnên êzdîa ye miletîyê, lê ji ber dûrbûna êzdîa ji welatê xwe yê dîrokî, êzdiyên Sovyetê gelek cejnen xwe bir kirine.
  2. Li Kalîningradê, li galeriya Pirtûkxaneya bi navê Lêonov, pêşangeha şikilên hunermenda êzdî Albîna Alîyan hate vekirin.
  3. 30-ê meha çirya paşin da li Êrmenistanê girêdayî tev ofîsa parêzvanê mafên meriva hatiye saz kirinê şêwra civakî ye miletên kêmjimar e Ermenistanê, ji bona parastin û pêşxistina mafê miletê kêmjimar.
  4. Xîret mêdîa destpêka programeke nû kiriye։ Platforma diyalogê.
  5. 28-ê ciriya paşin elemetî hate belavkirin, wekî li Rûsyayê ber şer’ê t’evî Ûkrayinyayê eskerekî êzdî çûye ser dilovanya xwe.

Continue reading “Xîret Nûçe 02.12.2023”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 09.12.2023
  1. Li ser dîroka Êzidiyên ku ji fermanê rizgar bûne, du pirtûkên nû hatin çêkirinê.
  2. Li Sînjarê, Akadêmîa Sînonê pirtûkxaneke nû hate vekirinê. 2:03 5-ê meha kanûna pêşin li dunyayê pîroz dikin roja ortamiletîî ya dilxwazîyan.
  3. Xîret mêdyayê vê heftê çûbûne gundê qeza Armavîrê: Nalbandyanê û Talvorîkê û bernemêke ê nû hazir dikin bona temaşevanê Xîretê.
  4. Li xlazya ve mehê elemetî hate belav kirinê r wekî li Rûsyayê li ber şer’ê t’evî Ûrayinyayê eskerekî êzdî çûye ser dilovanya xwe.

Continue reading “Xîret Nûçe 09.12.2023”




Posted in NûçeLeave a Comment on Xîret Nûçe 16.12.2023
  1. Duhê: 15-ê meha çirîya paşin êzdyê Ermenistanê, her wisa jî êzdyê temamya dunyayê derbazkirin Eyda Sultan Êzdîd.
  2. 2. Xîret mêdyayê destpêkirye programeke nû. Li vê programê da zarok û cihalên êzdî wê çîroka, zugotinoka, mesela û met’eloka bidin eyan kirin.
  3. 3. Li Şengalê pirsgirêkê aborî û pirsgirekê tev avê hê aktûal in, kîjan daha zêdebûne pey komkujiya sala 2014 a.
  4. 4. Pey avakirina bîrdarya fermana êzdyên Şengalê ya sala 2014 an da, gelek bûyerên çûre-çûreyî hatine derbazkirinê ji bo bîranîna êzdyê bê guneh, kê hatine qirkirinê.
  5. 5. Wek temaşevanên Xîret Mêdîayê re hatiya eyan kirinê, despê kirî ji sala 2022-an da bernemê Xîret Mêdîayê li ser kanala Bûn t’îvî ya weşana Ermenistanê têna nîşankirine.

Continue reading “Xîret Nûçe 16.12.2023”




Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram