Şayîrê mezin Fêrîkê Ûsiv û Mal-Mûzêya gûndê Sîpanê

Şayîrê mezin Fêrîkê Ûsiv û Mal-Mûzêya gûndê Sîpanê


Posted in Çand û Kûltûr, Nûçe

Mal-mûzêya şayîrê bi navûdeng Fêrîkê Ûsiv li nehiya Aragasotnê, gundê Sîpanê. Ew mal-mûzêya êzdîa ye yekane ye li Ermenistanê.

Şayîr û nivîskarê bi navûdeng Fêrîkê Ûsiv. 2’ê meha mijdara sala 1934’a Ermenîstanê de, li gundê Pampa kurda (niha Sîpan) ji diya xwe bûye.

Pêşiyêd Fêrikê Ûsiv ji qeza Qersê bûn, ji gundê Emançayîrê.

Zarotiya Fêrîk li Pampê derbas bûye. Fêrîk sala 1951-ê dibistana gundê Hevtsale bi xilas dike.

Fêrîkê Ûsiv sala 1951’ê tê Yêrêvanê û di Xwendinxana Pêdagojiyê de tê qebûl kirinê. Piştî kutakirina Xwendinxanê hema wê salê jî, ya sala 1955’a, Înstîtûta Pêdagojiyêye li ser navê Xaçatûr Abovyanda li fakûltêta(beşa) Fîlologiyê-Dîrokiyê pênc sala dixwîne.

Sala 1955’a dîsa dest bi weşana rojnameya “Rya Teze” dibe. Axavtinên radîoyêya kurmancî jî dibin her rojî. Heta kutakirina înstîtûtê di rojnema “Rya Teze”- de 22 helbest û gotarên Fêrîkê Ûsiv dertên. Helbesteke wî ”Ez û cimet” bi rûsî sala 1958’a di kovara “Dirûjba Narodov” de dertê, nivîsarên wî di radîoya kurmancî de têne belavkirinê.

Sala 1960-î Fêrîkê Ûsiv înstîtûtê diqedîne û di beşa Kurmancî ya Radyoya Êrîvanê de serokatiya edebiyatê dike. Sala 1961’ê kitêba Fêrîk ya pêşîn -“Çevkanî” çap dibe. Ew ji aliyê xwendevanan ve rind tê qebûlkirin. Ew hub û hisreta şayîr bû. Mîna çavkaniya zelal bû û şayîrtiya Fêrîke helal elam dikir.

Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk

Di radyoyê de Fêrîkê Ûsiv bi helalî dixebitî. Ew rastgo bû. Qebûl nedikir qelpî, derewî, durûtî, karkirina wî kêm kişand. Pey dûrketina ji xebata radîoyêra Fêrîk ber xwe diket. Ruhê wî rehetî nedidît.

Sala 1967-a “Gula Elegezê”, sala 1967-a jî pirtûka “Lîrîka” têne weşandinê.

Sala1968-a payîzê Fêrîkê Ûsiv vegerya gund. Fêrîk li gundê Pampê bû mamoste. Ewî di dibistanê de dersê  kurmancî dida.

Sala 1973-a destana Fêrîk “Ûsivê Nevya”hate weşandinê. Ew veçêkirineke beyt- serhatiya cimetêye tezeye û bi serecema xwe pirr dewlemend e. Vê destanêda dîhar bûne karebûnên şayîre lîrîkiyê, êpîkiyê û dramatîkiyê.

Sala 1977-a pirtûka wî ye “Narê” hate weşandin.

Fêrîkê Ûsiv 3-ê gulana sala 1997-a, zeman zûtir, çû ser dilovaniya xwe.

Meha çile, sala 2011 hukûmeta Ermenîstanê dibistana gundê – Pampê (naha Sîpan) bi fermî kire ser navê Fêrîkê Ûsiv. Niha li gûndê de mal-mûzeya Fêrîkê Ûsiv hatiye avakirin. Ev mala ku wek mûze hatiye sazkirin bi destê Fêrîk ve hatiye çêkirin. Ji dîwarê lêkirî bigrin heta dorpêça bexçeyê wî, Fêrîk bi destê xwe ev xanî avakiriye.

Mal-mûzeya Fêrîk, piştî mirina wî ji hêla keça wî Zerê ve tê sazkirin û tevahiya pirtûkên wî lê têne bicîhkirin. Her wiha dîwarên mûzeyê jî bi wênayan tê xemilandin.

 




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram