Komkujiya Ȇzdiyên Êla Axbaranȇ û Sherê Bash Aparanê: Eskerê Boyîk

Komkujiya Ȇzdiyên Êla Axbaranȇ û Sherê Bash Aparanê: Eskerê Boyîk


Posted in Çand û Kûltûr, Nûçe

(Der heqa vȇ komkujiyȇ da pir kȇm hatiye nivȋsar. Lȇkolȋna rȇk û pȇk heta niha jȋ nȋne)

Li welatȇ Rûsyayȇ da, ji pey serketina șorișa Bolșȇvȋka dest bi șerȇ navxweyȋ yȇ bajarvaniyȇ bû. Hukumdariya Rûsa mecbûr ma hȇzȇn xwe yȇn leskerȋ ji Bașûrȇ Kovkazȇ, Qersȇ, Bayazȇtȇ û heremȇn din, ku bin hukumdarya wan da bûn șûnda bikșȋnin. Ev herem bȇ xwedȋ, bȇ hȇzȇn parastinȇ man. Nenihȇrȇ Impêratorya Osmaniyê hilweșiyayȋ bû, lȇ dȋsa Tirk ji wȋ halȇ ҫȇbûyȋ sûdȇ wardigrin, bi xeysetȇ xwe yȇ dagerkirinȇ, bi zulm, qir û bir, bi eskerekî giran bere xwe didine wȇ heremȇ. Pȇra jȋ karȇ xweyȋ komkujiya Ermeniya, ku ew ҫend sal bû welȇt da dest pȇ kiribûn berdewam dikin. Leșkerȇ wanȋ giran û hȇzȇn Ermeniyan yȇn xweparastinȇ rûbrû pȇjberȋ hev dimȋnin. Ermenȋ șerȇ hebûn-nebûnȇ dimeșȋnin. Ȇzdiyȇn Serhedȇ jȋ dikevin li ber xezeba șûrȇ Tirka yȇ komkujiyȇ, xwe bi Ermeiîya digrin. Leskerȇn Tirkan dewiya zivistana sala 1918 a qeza Qersê dagir dikin dikivne Alêksandrapolê /Gumurîyê/. Xwestina wan bû bi sȇ rȇya 1 ra herin bigihȋjin Azeyrbȇcanȇ, bajarȇ Bekûyȇ cȋyȇ kannȇ pȇtrolȇ û li wur ra, di deriya Xezarȇ ra ji xwe ra rȇ vekin berbi heremȇn Asiya Navȋn. Ji wan rêya, yek ji bi pilana Tirkan bajarȇ Gumuriyȇ, rexê çiyayê Elegezê, Baș-Aparanȇ ra gerekȇ biketa bajarȇ Yêrêvanê. Ev rêya wan li ser gundên Êzdȋyan yê berpala çȋyayê Elegezê, êla Ȇzdiyên Axbaranê ra derbas dibû. Êzdyên Ȇla Axbaranȇ2 êdȋ ew sed sal bû li wur, bin hukumdariya Rûsa da dijȋtin. Donzdeh gund bûn: Mȋreka jorîn û ya jȇrȋn, Qundesaz, Quruboxaz, Cercerȋs, Korbilax, Camûșvana mezin, Camûșvana biҫûk, Pampa Kurda, Senger, Karvansera û Gozeldera Kurda. Xelkȇn Ȇzdȋ, yȇn wan gundan tê derdixin ku qezȋyake pir xezeb berbi wan tê. Lȇ ne qewata wan hebûye pêșȋya wê xezebê bigrin, ne jî derfeteki din ku xwe biparȇzin.

Serda jȋ, wan sala Êzdiyên qeza Qersê, ȇla Sîpka, ji dest qir û bira leșkerê Tirkê dagerkir, zordarȋ û neheqiya musulmanȋyê, derba giran xweribûn, gund û warê xwe, milk û malê xwe hîstibûn, bi wundayên mezin, șikestȋ bi teherekî xwe gîhandibûn wê navçê, li cem mirovên xwe, sitar bûbûn. Xelk bȇ cȋ û war ketibûn devȇ xelayȇ, nexweșyan halȇ hebûn-nemanȇ.

Ȇla Ezdiyên Sîpkî wek ya Zuquryan û Hesinyan bi tifaq û bi hȇz nȋ bu, ku pirȋ-hindikȋ karibe xwe biparȇz e. Pȇșȋkȇșekȋ wan yȇ li nava ȇlȇ da, ku xelk pey here, bawariya xwe ji wî bȋne nȋ bû. Êla Axbaranȇ jȋ wȋ halȋ da bû. Li nav wan da zilamȇn xurt hebûn, lȇ xweye hȇzeke xweparastinȇ nȋ bûn. Mala K’ok‘ axa, ku gundȇ Mȋreka jorin dijȋtin hȇza xwe wunda kiribûn û nava Ȇzdiya da bi bandor nȋ bûn.

Vî halȋ da leskerȇn Roma reș bȇ astengȋ, wek lȇyȋke talan, cerd û mirinȇ berbi wan dikșiyan.

***

Eva çȋroka, min ji gundȋyê me (Qundesazȇ) rehmetȋyê Apȇ Elȋ bihȋstȋye. Apȇ Elȋ sala 1970 minra gilî kirye. Wê demê ew bawarkȋ ji 75 salî derbaz bû. Vê der heqê da min wusa ji Șȇx Îsmaîl, Șȇx Kamil, Mehmede Nado, Abasȇ Miho ji bȋr tanȋn. Evan tev jȋ dema wȇ bûyarȇ xort bȋne. Mehmede Nado, Abasȇ Miho wȋ șerȇ da dijȋ Tirka șer kiribûn. Derheqa bûyarȇn komkujiyȇ da wusa jȋ min ji bavê xwe Boyîkê Hiso, gundiyȇn Qundesazȇ Hemȇ Șewȇș, Dewatȋyê Tosin, Deloyê Yolçî û gele kên din jî bȋhîstȋye. Niha, wan tev jȋ emrȇ

Xwedȇ kirin e. Rehma Xwede li wan be.

Wȇ dema komkujiyê Șȇxȇ gundê Qundesazê, Şêx Hemze, șȇxȇ Șȇxûbekira, oldarekî maqûl, bixerqe, zane, șehreza bûye, Ȇzdiyȇ wȇ ȇlȇ tev qedirȇ wȋ oldarȇ dizanin. Șȇx, zilamên gund di oda xwe da, hev dicivîne, ku wȇ der heqȇ da bi hev bișêwirin.

“ Rûs ҫûne, hêzan Ermeniyan neҫar in heremȇ biparȇzin, ne jî em dikarin ber vȇ tofana leskerên Roma Reș bigrin. Vê zivistana sar neyarȇ kal-bavan wê qira Ȇzdȋxana me bîne, – Şêx dibêje, – qeziya berbi me tȇ. Hê dereng nîne, gerekê em hev bișêwirin, tiștekî bikin, rȇyekȇ ji xwe ra bibȋnin. Niha hûn gișt virin. Ji we her kes malxȇ mala xwe ye. Bêjin em çi bikin, gundȇ xwe ҫawa ji zulma Roma reș dûrxin“?

Hinek dibȇjin gerekê birevin, hinek jȋ dibêjin: șerkin. Kalek jî dibȇje: „Emê vê zivistanê serȇ xwe hildin, berbi ku birevin, yan hêza meye giran ji ku hatiye ku em dijȋ eskerȇ Romȇ rabin? Gotineke pêșȋya heye, dibêjin: “Destê nayê șikandin, gerekê bê maçkirin”.

Qirar dikin, Şêx Hemze, çend lawkê gund bide pey xwe, bi nan û xwê, bi ala sipî herein pêșȋya leșkerên Tirkan.

-Bi Xwedȇ, aqilê min rehma Tirkan nabire, lê eger hûn wusa difikirin, emê herin,- Șȇx hazira ra qayȋl dibe.

Birîyarȇ didin ku Şêx Hemze, Mahmedê Nado û du zilamȇ din, navȇ wan digotin min ji bȋr kirye, herin.

Roja din, di berbang da lawik berê xwe didne bajarê Gumurîyê. Bala xwe didinȇ wȇ leșkerê Romê, sîyarên Kurdȇn musulman yȇn koҫer șȇn û gundȇn li ser rȇya xwe talan dikin û bê asteng berbi gundên Ȇzdiyȇ Axbaranȇ tên. Nêzîkî bajarê Gumuriyê, weke 70-80 km ji gundên Ȇzdiyan dûr çadirê wan vegirtî bûn. Lawik tesmîlî nobedarê leskerȇ Romȇ dibin. Hȇvî ji nobedaran dikin, ku wan bibin bal serleșkerê xwe. Rind cil û bergê lawkȇ me dinihêrîn, ku cem wan çek-sȋlih nînin, wan dibin hundurê çadireke mezin. Sinȋya nan û xwê destȇ Șȇx da, destê lawkȇn din da jȋ beyraqȇn sipî diҫine ҫadirȇ. Çawa dikevne hundur, Şêx çok dide erdê, sinîyê datîne ber piyê serleșker û dibȇjȇ: “Em Êzdî ne, kurmanc in, eșîr in, civakeke feqîr in, çend gundê me li ser rêya we, pala ҫiyayȇ Elegezȇ hene, tu tiștekî me vê navê, vê dewê ra nîne, tu bidî xatirê Xwedê û pêxemberê xwe hêsîrê me ware rehmê”…

Hê Șȇx giliyê xwe naqedȋn e, serleșker lingȇ xwe li sinyȇ dixe, sinî ji destê Şêx dipeke, nan û xwê bela dibe, alȇ wane sipî diҫirȋn e, dike li bin pȋyê xwe, fermanȇ dide leșkeran: “Van kafiran, bigrin bibin bikine cîkî, ezê van hema nava gundên wan da darda bikim. Șerȇ Qersê da, vana xweyȋntȋya me kirin. Derbazȋ alîyȇ Ermenȋya bûn. Rûyȇ wan da gelek leșkerȇ me șihȋd bûn. Evan kafirin. Ezȇ wan temaman dardakim, gundȇ wan wȇran bikim!”

Lawika dibin dikin hundurȇ merekeke kevin, derî li ser wan dadidin. Leșkerekȋ, wek nobedar, tiving dȇst da didne ber dêrê merekê. Lawik dibȇjin: “Ȇdî em çûn”…

Go merek tarî û banê wê gelekȋ bilind bû, kuleka biçûk ra ancax hinek ronayî dikete hundur. Şêx bi k‘ulik bûye, k‘ulkê xwe derdixe, ҫok dide erdȇ due‘a dike: “Tawisî Melek, eme bêsûc û bêgune ne, me t’u xirabî kesȋ nekirye, tu hewara me werȇ, tu me ji vȇ xezebȇ, ji van kafira xilaz bike”.

Dema mirov dirêj tarȋyê da dimîne çavê mirov hînî tarȋyê dibin, çiqas jî cȋ tarî be, mirov gelek tișta ji hev cuda dike. Tê derxin ku banê merekê pir bilind e. Ji wur ra derketin dijwer e, nabe. Wê wan bih‘isin. Dimîne dȋwȇr ra rȇ vekin. Șev,nȋvȇ șevȇ dema texmîn dikin leșkerȇ dora wan ker bûne, deng tune, lawik di nav tarîyê da pê dikevin ji dîwarê merekê, yê parava, ji bo xwera rê vekin, kevira derdixin.

-Merek hezizȋye, kevn e, fesal bin li ser meda tap nebe, – Şêx temîyê dide lawika.

Bi zor û zehmet, bi teherekî, fesal çend kevirê mezin ji dîwêrê merekê yê parava derdixin, rêyekê teng vedikin. Bi cûrekî, wur ra derdikevin. Derketina wan tapbûna merekê yek dibe. Qûjîn ji nobedarê ber dêrî tȇ. Heydade li leșkerê Romê dik’eve. Leșkerȇ tirsiyayȋ li hev dikevin, li dora merekȇ dicivin, Tarî, șevereș, berf, bager, lawik xwe davjin kelefê avayîkî kevn… Leskerê li dora mereka tapbûyî dicivîn, diçin-tên, digerin. Bextȇ lawika ra him tarȋ, him bager, him sar bûye. Tȇ texmînkirin ku leșker jȋ tirsya ne, newêribûne ji merekê, ji hev dûrkevin. Piștȋ ҫûyȋn-hatinȇ, leșkerȇ westyayȋ dihȇlin diҫin, ҫadirȇn xwe. Şêx tirkî zanibûye, hȇdȋ lawika ra dibȇje:

-Tawsî Melek hewara me hat. Em ji van kafira xilaz bûn. Leșker bi hevra dibêjin: “Merek li ser wan da hilșiyaye, ew binda mirine. Êdî tiștekî em vira bikin, nîne”.

Lawik wusa xilaz dibin, berê xwe didine gundȇn xwe. Rȇya kese, li nava çȋya, berf-bagerê ra, temamȋya șev dimeșin. Berbangê westȋyayȋ, kesirȋ digȋhȋjne gundê Camûșvana Mezin. Rast diҫin cem Axê êla Sîpka: Elî axa. Serokê Êzdiyên Qersê, Elî Axa malbeta xwe va jî li gundê Camûșvana Mezin, di mala Biroyê Xșo da hȇwirȋ bûye.

Şêx Hemze çîroka koma xwe û serleșkerê Tirk giștî axê ra dibȇje.

-Xêr nîne, Axa, Roma reș neyarê k’oka Êzdî ne. Weke lêya zulmê berbi me tê. Qewat nîne em xwe biparêzin. Wa nabe. Gerekê rêya xilazbûnê Ȇzdȋya ra bibȋnin.

Axa xwe a’ciz dike, ku çima jȇ neșȇwirȋn e, bêyî wî çûne.

-Axa dem nemaye, baș dibe em berbi deșta Rewanê birevin, Nava gund û qiclan da xwe wunda bikin, yan na emê dest pȋya herin, qira êlê wê bê, – Şêx dibȇje…

-Şêx, zanim hal xirab e,vê zivistanê, vȇ berf – bagera ҫîyayȇ Elegezê emê hȇsȋrȇ xelkê çawa li serê rȇya bixin. Em ji ber zulma wan reviyan, hatine vir, ji vira emȇ birevin kû? Me xirabî kesî ra nekirîye, eme feqîrin, Wê çi me bikin… Na, em cîkî da jî nikarin herin.

-Axa, lawik șede ne. Ji devȇ wȋ berazȇ serleșker agir dibarȋ…

-Ez nikarim bibim sebeb, neferȇ xelkȇ, vȇ sur-seqema zivistanȇ qir bibin…

-Axa, ezê herim gundê xwe. Gundȋ gișt benda me ne, emê barkin, birevin… Nebe sebebȇ serȇ ȇla Axbaranȇ…

Axaftina Axȇ û Șȇx nagihȋje tu encemȋ.

Șȇx Hemze, koma xwe va vedigerin gund.

Hema wê șevê, Qundesazȋ hazirȋya xwe dibȋnin, bi barȇ ereba, guhdrêj, ga, hespa, peya û siyarȋ, kȇ çawa karibûye, bi sewalê xwe va dikișin berbi deșta Rewanê. Weke 60-70 km diçin. Li ser rêya wan gundê vala hebûne. Gundekî vala da, ji rȇ dûr, zar-zêçê xwe cî dikin.

Êzdȋyê wê êlê li wan gundan beled bûne. Ew gundên Tirkan, Azeryan, Kurdên musulman bûne. Ji ber șer û dewȇn deverê, yȇn di navbera hȇzȇn ȇrmeniya yȇn ҫekdar û musulmanyê da, ewlekarȋya deverê xirab bûbû. Xelkên wan gundan ku serê xwe û zarê xwe xilaz bikin bar kiribûn berbi deșta Mûșê, gola Wanê revî bûn. Ew gundȇ Qundesazȋya zar-zȇcȇ xwe tȇda cȋ dikin gundekȋ pir xweş bû. Ji sur- seqema çȋyayê Elegezê teyê bigota ew der lap dinyake din bû. Sewal diçêrȋya. Dora gund kanî bûn. Serma zor-zehmet ya gundȇn ȇzdiyan yȇ Axbaranȇ tune bû. Berf tenê berpalê çȋyê hebû. Himberî gundê Êzdȋyan ew gund șên û xweș bûn. Gund mezin bûn. Malbet gișk, bi dilê xwe, avayê gund yȇ vala da cî dibin. Navȇ gund Ȗșȋ bûye 4

Ji pey reva Qundesazya ra ordȋya Tirka tȇ dikeve gundên Êzdîyan, gundan dorpêç dikin, nahêlin kes jê derê.

Qewatên Ermenȋya jî, tȇn navbera gundê Baș-Axbaranê û Qundesazê da tabȋyê xwe datînin, rȇya ordiya Tirka digrin, Tirk nikarin pêjda herin. Gundȇn ȇzdiya da hasȇ dibin.

Ҫiqas diҫe hȇza Ermeniyan li wur xurt dibe. Bawarkî temamȋya zilamên ermenîya, yȇn destê wan dar digire, ji gund û bajaran tȇn digihîjin hȇzȇn Baș-Aparanȇ. Xelk rabûbûn ku bi emrê xwe, mal û welatê xwe ji zulma Roma reș biparêzin. Zanibûn, eger leskerê Tirkan Rewan (Yȇrȇvan) zevt kir, êdî dewȋya wan hatȋye, wê gișka devê șûr ra derbaz bikin. Navbera wur û Yêrêvanȇ jȋ rȇya rojekȇ mabû. Êzdȋyan jî rind zanibûn ku Tirk û musulmanȋ ҫi tȋnin serê Ermenȋyan, wê ji wê xirabtir bînin serê wan. Bi sedan zilamên Êzdîyan jȋ gihȋștibûn hȇzȇn Ermenyan.Tenȇ ji Qundesazê bawarkî 60-70 mêr bi Ermenȋya ra bûn…

Ȇzdiyên wan gundȇn ȇla Axbaranȇ li ber zulma leșkerȇ Roma reș bȇ pișt mabûn, tirkȇn li wur hasȇbûyȋ temamya zulma xwe li ser Ȇzdiyȇn wan gundan da dirȇtin 5.

Wȇ demȇ, li bajarȇ Batimȇ, navbera serokȇn Ermeniyan û Tirkan da hevraxeberdan bo sekinandina șȇr dimeșyan…Herd alîya jȋ dixwestin wede qazanc bikin, ku hêzê xwe bicivînin.

Halȇ gundȇn Ȇzdiya jȋ ҫiqas diҫû xirabtir dibû.

Navbera gundȇn Ȇzdiya yȇn dagerkirȋ û tebyȇ Ermenȋya da 10-15 km bû. Ji gundȇn ȇzdiyan be’sȇn xezeb dihatin bihȋstin. Lê kerayî bû, pevçûn tune bûn…Serokata hȇzȇn Ermenyan nedixwestin tișt bikirana, hewara gunden Ȇzdiyan biҫûn a.

Der heqa vȋ halȋ da gilî digihîje Cangîr axê û Ûsiv begê. Evan bi sîyarê xwe va ji Serderabê5, berpala çiyayê Elegezê ra, kese tên xwe digihînin hêzên ermenîyan yên Baș-Aparanê. Dibêjine serokê hêzên Ermenȋya, ku nesekinin, ecele êrîșê bibin ser lskerên Romê. Serokatiya hȇzên Ermenîyan qayîl nabe. Navbera wan da nerazȋbûn ҫȇ dibe. Pareke mezinên Ermenîyan jî radibin pișta Êzdîyan û bȇ qayilbûna serokatiyȇ hicûmȋ Tirka dikin. Tirk bo ȇrȋșeke wusa nișkȇva hazir nȋ bûne, direvin. Ședȇ wan bûyaran digotin koka leșkerȇ tirka hat. Ew der leșkerȇ Tirka ra bû goristan. Lê êdî zȋyaneke pir mezin gihîștibû êla Ȇzdîyȇn Axbaranȇ…

Mal tune ku zȋyan lȇ nebûbû, Mal tune ku derb lê neketibû…

Tek gundȇ Qundesazê bê zîyan xilaz bûbû.

Wusa, eger Elȋ axȇ, axȇ ȇla Sȋpkȋyȇn Ȇzdȋ, ya Șȇx Hemze bikira tișt ji êla Axbaranȇ ne dihat.

***

Der heqa zulma leșkerê Roma Reș da ezê ҫend bîranîna bînim.

Rȋspȋyȇ ji Camûșvana mezin/Elegezȇ, Xudoyȇ Miho, Semendȇ Heso min ra ҫȋroka wȇ komkujiyȇ wa ji bȋr anȋn:

“Cawa eskerê Roma Reș ketin gundê me, xelkȇ gund gișt kișiyan ketine malȇn xwe. Hineka xwe veșartin, hineka jȋ wusa kirin ku ber ҫavȇ eskerȇ Romȇ neyȇn xanȇ. Jina dȇmȇ xwe tenȋ dikir, bi cilȇ kevin xwe pȇҫan. Xelk bawar bû, ku leșkerȇ Romȇ wȇ gunda hildin û lez pȇșda herin. Wana rehet bihȇlin. Lȇ wusa nebû, bextȇ me ra leșkerȇn Romȇ hema gundȇn me da hasȇ bûn. Wur hȇzȇn Ermenȋya pȇșiya wan girtin. Demeke dirȇj gundȇn Êzdiya da hasê man û zȋyana mezin dane xelkê me.

Cawa k’etne gund, birek leșkerȇ wan, xortȇ kurmanca, li nav gunda da kom bûn, bi def û zurne govenda Kurmancȋ girtin, dest bi reqasȇn kurmancȋ, kilam û șayȇ kirin. Bi kilam û reqasa gazȋ xelkȇ gund kirin, ku netirsin, gotin kes we xeber nade, kes ziyanȇ nade gund, warin govendȇ. Gundȋ jȋ bi dilȇ sax ji wan bawar, hatine govendȇ. Dema gundȋ arxayȋn bûn, govend dorpȇҫ kirin, zilamȇ gund yȇn hatibûn govendȇ gișk girtin”.

Nivîskar Wezîrê Eșo wê derheqê da dinivîse:

“Hema wê salê jî, gava leşkerên Karabekir Paşayê tirk êrîş anîn ser Ermenistanê, çekdarên kurdên misilman jî wek alayȋyên Hemîdȋyê bi serokatȋya Teyo beg bi tirkan re hatin. Ew li navçeya Axbaranê, li gundê Camûşvana mezin, (pişt re Elegez), Elî axa û neferên wî wek tolhildanê kuştin û bi ser de jî 150 mêrên Kurdên êzdî li ber pira gund serjê kirin û laşê wan avêtin çem. Leşkerên tirkan li navçeya Axbaranê bi sedan mêrên Kurdên êzdî weke dîl girtin û birin alȋyê Erzirûmê. Ji wan her bi tenê du kes bi revê xelas bûn, vegerȋyan, yên din jî bêxeber û bêguman winda bûn.”.

Bîranîna Têmûrê Lêșo Broyan6:

Têmûrê Lêșo (80 salî), dadwerê Ermenistanê yê bi nav û deng, ji gundê Elegezê, di pirtûka xwe ya bîranînan a bi navê “Serbihatîya Malbatekê” da dinivîse, ku dayîka wî Zelîxe, şaheda wan bûyeran bûye û di der heqa wan bûyerên xezeb da jê ra gilî kirîye. “Rojekê dayîka min Zelîxe û jintîya xwe Xezalê dema ji ser kanîyê vedigerin rastî eskerekî ordîya tirk tên. Kîjan Kurdê misilman bûye. Her du pîrek tirsîyayî disekinin. Ew esker bi kurmancî ji wan re dibêje: “Gelî xwîşkan, ji min netirsin, hûn xwîşkên min in, ez tu tiştê xerab nakim, ji bo em jî, hûn jî Kurd in, dê û bavê me yek in. Dilê min ser we diêşê. Sireke pir dizî heye ez ê ji we re bibêjim. Zilamên gund bi dizî ve agahdar bikin, bira îşev ji gund derên, xwe veşêrin, birevin, qetleke mezin ê biqewime”. Dayîka min û jinapa min Xezal tên malê wê sirê ji apê min Elo û gundîyên di odeya me de civîyayî re dibêjin, evana bawer nakin, dibêjin: “Tirk dixwazin me zilaman ji gund derxin, ku bi namûsa pîrekên me bilîzin”.

Dayîka min ji gotinên leskerê kurd bawer kiribû bi cureyekî bavê min qayîl dike, vedişêre”.

“Dayîka min tim bi bîr dianî, ku ew şev, di nav dîroka gund de şeveke bi qetil û xwîn û reş bû”.

Nîvê şevê dest bi bûyerên ecêb dibin. “Tirkan karê xweyî reş kirin”. Axîn û ofîna birîndaran, girî û qûjîna pîrekan, dengê çêrên eskerên tirkan û teqîna çekan heta sibê ker nabe. Sibê pîrek û gundiyên saxmayî qetleke giran li ber çavên xwe dibînin: Laşên zilamên gund ên kuştî, eblûkirî di nava berf û ava axlêvê de. Gelek jê laşê mirîyên xwe nas nakin, ji bo serê wan, mil û lingê wan jêkirî bûn“.

“Di pey çend rojan re eyan bû ku wê şevê tirkan 72 zilamên gund kuştibûn… Ji mala me 7 zilam wê şevê bûbûn qurbanîyên xezeba tirkan: Apê Elo, Lawê wî yê tayê bi tenê Nado, nebîyê wî yê 18 salî Mehmûd, apê min Heco, Çeto, du lawên Çeto: Sefo û Ûsiv”.

„Hêzên ermenȋyan bêtaqet bûn pêşȋya wan bigrin. Ew wek şerê Baş Aparanê di dîroka Ȇrmenȋyada eyan e. Wî şerî de siwarê Cîhangîr axê û Ûsiv begê gihîştin hêzên Ermenȋyan u bi tevayî pişta leşkerê tirkan şkênandin, berî wan dan ji herêmê dûr xistin“.

***

Leskerê tirka, dema tên digihîjin gundên Êzdiya, li ser rêya xwe xêncî kuștina evdan, șewitandin û wêrankirina cî û warê wan wusa ji talan dikirin. Zêr-zîv, xișir û xemilê jinan, tiștê bi qîmet yê xelkê, cî wan hebûye ji wan distînin, tevî kerê pêz, garanê dêwêr, hespên xelkê dișînine Tirkyê. Ji gundên Êzdiyan bi seda zilamê êzdî wek dȋl dibijêrin, ku bin hukumê eskerên tirk da wî talanî bibin, bigihînin Tirkye. Bi bîranȋna, ji wan zilaman tenȇ du zilam direvin xilaz dibin yȇ din kes venegere. Ci anȋne serȇ wan kes nizan e.

***

Di nava gund Qundesazê goristana kal û bavên wan e. Berê, wana li ser mexberên mirȋyên xwe, bi keviran peykelê hespan, bêşîk û kumbetê kevirîn danîne.

Li nava goristana vȋ gundȋ, wusa jȋ gundȇn Ȇzdia yȇn din da rȇҫa zulma Komkujiyê, ji pey 100 salȋ ra rind tȇ xanȇ. Ew peykel șkȇnandin e, kumeyt hilșandine. Destdirȇjȋ pȋrozayȇn Ȇzdiyan kirin e.

Ew kevirê ser mezela yê șikestî wek ședê zulma Roma Reș û bûyarên derbasbûyî heta niha jî nava gundȇn Ȇzdiya da dimînin…

***

Heta van salȇ axryȇ jȋ evdȇn emirȇ mezin yȇn wan gundan, ședen bûyaran, ҫȋrokȇn ecȇb derheqa zulm û zora leșkerȇ Roma Reș da gilȋ dikirin. Cwamȇrekȋ gundȇ Korbilaxȇ bȋr tanȋ: „Wȇ zivistanȇ, bi seda evdên Êzdȋ û Ermenî wek hȇsȋr civandin, birin gundȇ ermenȋya Tanegirmesȇ, kȋjan nȇzȋkȋ Korbilaxȇ ye, kirne avayȋkȋ kevn, derȋ li ser wan dadan û agir berdanê„. Binelȋyȇ gundȇ Sengerȇ digotin: zilamȇn gundȇ wan civandin e, birine, li newaleke pala ҫiyayȇ Elegezȇ da gulebaran kirin e.

***

Dema leșkerȇ Roma reș dikevin wan gundȇn Ȇzdiyan, kûraniya zivistanȇ bûye, dema here sar, bi berf û bager. Wȇ demȇ, wȇ devera pala ҫiyayȇ Elegezȇ da, serma ji bin sifir ra digihȋje 20-30 dereceyî. Bagerȇ berfȇ yȇ wusan dibin, ku mirov ji malekȇ nikare here mala cȋnar. Derȋ-kulekȇ xelkê dixitimin. Gundȋ, xazma keҫ, jin û zarok him ji tirsa leșkerȇ Romȇ, him jȋ li ber sermȇ ji mal dernayȇn derva, leșker jȋ li nav gunda nikarin rehet bigerin.

Go, leșkerekȋ payabilind, tim diҫû maleke gundȋkȋ nan-xwerin dixwer. Kevanîya malȇ gelekȋ paqij bûye, malxȇ jȋ zilamekȋ wê ȇlȇ da bi nav bûye. Ew leșker kurmanc bûye. Rojekȇ, xweyê malȇ ra dibȇje:

-Filankes, tu evdekȋ amin ȋ, heyfȋ. Tu gerekȇ bo me kar bikȋ. Heta dewya rojȇ ji mera bȇjȋ van gunda da cȋyê keҫ, bûk û jinȇn bedew. Dewya rojȇ dȋsa tȇ, Dinhȇre jineke xemilî li ber dȇrȋ sekinye. Nȇzȋk dibȇ, dibȋne ew jina xweyȇ malȇ ye.

Pȇsȋra xweyȇ malȇ digre, dibȇjȇ:

-Min nanȇ destȇ vȇ hurmetȇ xwerye, lȇ te șerm nekir, karȇ wa kir, ez rûreș kirim, sibȇ ȇla me pȇ bihese wȇ ҫi bȇjin…

Xweyȇ malȇ dibȇjȇ:

-Jinȇ vȇ ȇlȇ gișt jȋ keҫ, dayik û xûșkȇ min in. Ez tenȇ navȇ vȇ pȋrekȇ zanim. Ҫi dikin, bikin.

-Te gulek berȋ min da ji vȇ sosretiya min ҫȇtir bû… Qatȋ namûsa xwe bin,- leșkerȇ Kurmanc dibȇje û diҫe.

Go ew ҫûyȋn bû ҫû, ȇdȋ nehate xanȇ…

Ҫend roj pey ra… Hȇzȇn Cangȋr Axȇ û Ȗsiv Begȇ heremȇ azad dikin,

***

Tu zȋyan nagihîje Qundesazê. Tenê Fetȋyê Hamê tê kuștin. Gilî dikin ku zêrê wî gundda veșartî hebûn e. Ew tev gundȋya nareve. Gundda dimîne û ji bo zêra tê kuștin.

Çawa min berê jî got, ji pey reva leșkerê Tirk ra, Qundesazȋ gundê Ûşȋyê dihêlin vedigerin gundê xwe. Bahar dest pê dibe. Ji qirêjê, bihîna lașhȇn kuști yê destê tirkan, xelayê, tunebûna mecalên saxlemîxweyîkirin û xizmetgudarȋyan nexweșî dikevin nava xelkê. Şedê wan rojên giran gilî dikirin, ku ji nexweșȋyan koka evdê heremê tê. Digotin, hesabê mirȋyan ewqas zêde bûye ku tevrkol tune bûne cinyazan bispêrin e axê.

Encam:

Komkujiya Ezdiyȇn Êla Axbaranȇ ya sala 1918 an ji alyȇ dewleta Tirk va komkojȋke here hov, here neheq û xûnrȇj û, ew bardewama wan komkujyȇn musulmaniyȇ yȇn zulm bû, ku dewra Osmanȋyȇ ye û pey ra Tirka anȋne serȇ Ȇzdiyan.

———————-1.Rȇya yekȇ Serderabadê ra bebi Yêrêvanê, ya dudan Baș-Aparanê ra, ya sisya Qerekolîsê ra. Hersê rȇ gerekȇ li bajarȇ Yȇrȇvanȇ bigihȋstina hev, berdewam bûna berbi Azeybȇcanȇ-Bekûyȇ. Hersȇ rȇya da jȋ leșkȇrȇ Tirka yȇ giran, bi sosretî ji aliyê hêzên Ermeniya yên kêmjimar û siyarȇn Ȇzdiyan va hatin hûrxweșkirin.2.Gund Ȇzdiya ev bûn: Camișlûya mezin (niha Elegez), Qundesaz (Riya Teze), Korbilax (Avtune), Qurubxaz, Mîreka mezin, Mîreka biҫûk, Pampa Kurdan (Sîpan), Senger, Ҫobangermez, Cercerîs, Karvansera, Gozeldera Kurdan.3.Belȋ- Navê êla Ȇzdiyan e, ku gundên Qundesazê, Qurubxazê û Cobangermezê da dijîn.4.Ȗșȋ- Qundesazȋya bar dikin diçin dikevine gundekî binatara çȋyayê Elegezê, perê deșta Rewanê, nêzîkî bajarê Eșterekê. Wê demê gund vala bûyê. Navê gund Ûșî ye. Binelȋyê wê tirk bûne. Rûyê wan tevlihevî û hevketinên wan salan ji gund koçber bûne, revîyane Tirkîyê. Gundȋyê Qundesazê çend mehan wî gundî da dimînin, ji pey reva leșkerên Tirk ra dîsa vedigerin gundê xwe.Salê 1970-90 î ez, bi kar, gelek cara li wî gundî qesidîm. Niha Ermenî lê dijîn. Wê demê Ȗșȋ kolxozeke zengîne pêș bû. Him deștbêcerkirin ê û him jî heywanxweyîkirinê va mijûl bûn. Zivistana wê kine. Gundê Ȇzdiyan bi werê derfetên xezayê, bêcerkirina axê, avê, cȋyȇ ҫȇra sewalan qet nikarin himberî mecalê wî gundî bibe… Gundiyên me gelekî poșman bûbûn. Wê demê heremê da gelek gundên wusa vala bûbûn û gundên Ȇzdȋya yê dorê karibûn biketana wan gundên bi xeza û mecalê xwe va xweș.4.Sederabad- Rex gundȇ Serderebȇ șerekȋ mezin di nava ҫekdarȇ Ermenȋ, bi alȋkarya sȋyarȇn ȇzdȋ û leșkerȇn dewleta Tirk da ҫȇ dibe. Eskerȇ tirka hûr xweș dibe û pașda direve.5.Lêkolîn didine îzbatkirin, ku(Ji Gumuryê heta gundên Êzdiyan, hîmlî gundên musulmana yê vala bûn).6.Tȇmûrȇ Bro (Broyan), Dȋroka Malbetekȇ. (Bi zimanê ermenî). Rû 31-34, Yêrêvan 2011

Eskerê Boyîk




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram