Du pirtûkên nû li ser Êzdiyatîyê derketin

Du pirtûkên nû li ser Êzdiyatîyê derketin


Posted in Çand û Kûltûr, Nûçe

Dema berê, ji ber ku xwendin û nivîsandin kêm bû yan jî qet nebû, civaka me jî ji gelek tiştan hatibû mahrûm kirin. Gelek çîrok, serpêhatî, bûyerên dirokî û ferman û komkûjîyên dihatin serê wan nikarîbûn rokin ser rûyê kaxezê û ji dîrokê re, ji nifşê nû re bikin eyan.

Îro roj, raste, ne wek dil dixwazê jî bê, lê  rewş êdî ne wek berê ye jî. Dinya pêş ketîye, teknolojî pêşketîye û kêm zêde Civaka Êzîdî jî bi demê re hêdî hêdî pêş dikevê. Îro di nav Civaka Êzîdî de ji Ermenistanê der gelek nivîskar, lêkolîner, Dr., Profesor, mamoste, parêzer û hwd. derketine û xizmeta civak û netewa xwe û civaka, ku di nav de dijîn, dikin.

Li gel xeberên nexweş yên di derbarê jîyane rojane ya Êzîdîyan de, car carnan xeberên xweş, mizgînîyên xêrê yên li ser pirtûkên di derbarê Civaka Êzîdî û Êzîdayetîyê jî de tên û dilê me şa dikin.

Du pirtûkên nû yên li ser Êzîdîyan û Êzîdayetîyê hatine çap kirin. Yek ji van pirtûkan, pirtûka John S. Guest e, ku berê bi zimanê îngilîzî hatibû çap kirin. Ev pirtûk niha ji alîyê nivîskar û lêkolîner Birêz Dawid Mirad Xetarî ve, ku ji Gundê Xetarê ji Welatê Şêx ji Başûrê Kurdistanê ye hatîye wergerandin û vekolîn/şîrove kirin.

Navê pirtûkê jî ev e: “DÎROKA ÊZIDÎYAN: JIYAN DI NAV KURDAN DA”. Pirtûka din jî ji alîyê nivîskar û lêkolîner, Dr. Eskerê Boyîk ve hatîye nivîsîn. Navê pirtûkê jî wiha ye: ÊZDÎ Û BAWERIYA WAN”.

Bi hatina her olên nû yên mezin re, gelek civak û gelên kevnar tevî bawerî, rê û rism, eyd û erefatên xwe (carinan heta ziman jî) di bin giranî ȗ zordestîya wan bawerîyan de pelişîne, hatine jibîrkirin. Hinek rê û rismên kevnar ji alîyê wan ve hatine qedexekirin (hatine heramkirin), hinek jî anegorî bîr û boçûnên xwe reng û taybetmendîyên wan guhertin, kirin malê xwe. Ȇzdîyatî jî ji wan bawerîyên kevnar e, ku bi qurbanîyên mezin neket nav wê pêvajoyê, bi kevnarî û xisûsîyên xwe bi serê xwe ma. Civaka Ȇzdîyan di pêvajoya dîrokê ya bi ferman û komkujîyan dagirtî de karibûye hem ziman û bawerî, hem li rê û rism, urf û edet, eyd û erefatên xwe xwedî derkeve û biparêze. Ji wan hinek wek Ȇzdîyatîya kevnar in û ji bingeha wê ya hezar salan tên, hinek jî di pêvajoya dîrokê de kirasê demê li xwe kirine lê dîsa bi reng, ruh û naveroka xwe anegorî taybetmendîyên vê bawerîyê mane.

Ev her du berhem li ser Dîroka Êzdîyan, her wiha li ser bîr û bawerî, eyd û erefat û urf û edetên Êzidîyan e. Ev berhem ji bo nasîna civaka Êzdî berhemên bêhempa ye.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram