Iro 20ê kanûna pêşin Eyda Siltan Êzdît e! Êzdiyê temamya dinyayê Eyda Êzdît dine derbas kirinê, kîjan yek ji eydên sereke ye ji bona Êzdîa. Li stûdya Xîret Mêdyayê me mêvanî qebûl kirye Şêx Mîrxan û Pîr Maksîm, tev kî me axavtin çêkirye derheqa vê eydê:

  • Eyda Êzdît ji ku tê û gelo ferze ser êzdîa yan na?
  • Çi girîngya eyda heye ji bona parastina nasnema Êzdîa?
  • Çi rê û rizmê vê eydê hene û cawa têne kirin?
  • Me’nya rojiya çîye û çawa tê girtin?
  • Êzdî çawa lazime xwe xweykin van roja?

Bira rojiyên temamya Êzdîxanê qebûl bin û pîroz be Eyda Êzîd!

 




Ezîdîyên cîhanê pey 13ê Kanûna pêşin roja îniya ewlin Eîda Siltan Êzîd pîrozî dikin. Continue reading “Eîda Siltan Êzîd îsal 20ê Kanûna pêşin e”




Îsal 150 saliya mêrxasê Êzdiyan Cangîr Axa temam dibe. Li pêşiya vê salvegerê, li gundê Artaşarê ya navçeya Armavîrê, şikilê Cangîr axa hate nûvekirinê li ser kûçeya ser navê wî.
Gundê Artaşarê yek ji wan gundên ewlin bû, kîderê ji bo rûmet û navê fermandarê êzidiyan kûce hate navkirin. Bineliyê gundê Artaşarê pey vekirina şikil xeverdan kirin û bîr anîn derheqa Cangîr axa û kirinê wî ji bona milet.



29-ê îlonê li gundê Aknalîçê, ber Ziyaretên Êzdîa yên Ermenistanê, di nav çêrga heykelên merxasên miletî cihê xwe girt heykelê Cewo Beg.

Continue reading “Vekirina heykelê Cewo Beg”




1․ Li Çiyayê Şengalê şewat zirarê dide bi hezaran daran, mirov dipeyive, ev qeza ye?

2. Di ser jenosîdê re 10 sal derbas bûn, lê hene mirov ku hê jî cenazeyên qurbaniyan yê merivên xwe ne ditine.

3. Li Almanyayê êzidiyan bi armanca balê bikişînin ser rewşa êzidiyên Şengalê mîtîngek li dar xistin.

4. Ji ber ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê didomîne, Desteya Bilind a Dadweriyê ya Bexdayê biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan, Tevgera Azadî û Eniya Neteweya Demokratîk da.

Continue reading “Xîret Nûçe 25.08.2024”




1. Diyaloga Qada Vekirî ya Şengalê di navbera 4-12’ê Tebaxa 2024’an de zêdetirî mîlyonek axaftinên nefretê û teşwîqkirina kuştina Êzidiyan şopand û belge kir.

2. Di 15’ê meha Tebaxê, ya sala 2024’an de bi hezaran şêniyên êzidî, malbatên qurbaniyan, endamên civaka herêmî, saziyên hikûmetê û nûnerên saziyên navneteweyî û herêmî ji bo bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya Koço li ser gora komî ya gundê Koço kom bûn.

3. Weqfa Êzdiyatiya Azad herî dawî bi Wezareta Parastinê ya Amêrîkayê re li ser ewlekarî û ewlehiya civaka êzdî axivîn.

4. Malperek ji aliyê Civaka Ruhanî ya Gurcistanê ve hate weşandin. Continue reading “Xîret Nûçe 18.08.2024”




1. Ev çend roj in ku gotineke qumandarê hêzên Pêşmergeyan li Şengalê û rengvedana çend mela û oldarên Misilmanan rewşeke pir girjî li Herêma Kurdistanê derxistiye holê.

2.Fermandarê Hêzên Êzidxanê Heyder Şeşoyê ku heman demê biraziyê Qasim Şeşo ye, ji Rûdawê re got ku gotinên apê wî hatine berovajîkirin.

3. Xwediyê xelata “Aurora” Mirza Dnay li ser rûpela xwe ya civakî Facebookê agahdar dike ku heşt rêxistinên mafên mirovan banga piştevaniya Êzdiyan û rawestandina propagandaya tundrewiyê û belavkirina gotinên nefretê dikin.

4. Guleşvanê êzîdî Malxas Amoyan di Lîstikên Olîmpiyadê yên 2024an de bû xwediyê madalyaya tûnc.

Continue reading “Xîret Nûçe 11.08.24”




1. Duhe, 3ê ,meha Tebaxe, êzîdiyên li welatên cuda-cudayi ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çalakiyên şînê li derxistin.

2. Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alen Sîmonyan bi wesîleya salvegera 10e salan ya qirkirina li Şengalê ya gelê Êzidî hat kirin peyamek şand.

3. Xîret Mêdîa rêza bernema “Danasîna Ezdiyatiyê bi rengê têolojî û akadêmî” berdewam dike.

4. Yekîtiya Ewropayê ji Hewlêr û Bexdayê xwest ku Peymana Şingalê bi cih bikin. Continue reading “Xîret Nûçe 04.08.24”




1. Rojiyê havînê ya 40 rojî ber bi dawiyê ve diçe. Di 2’ê Tebaxê de Êzidiyan wê cejna Eyda Çilê Havînê pîroz bikin.

2. “Turnûvaya çaremîn a futbolê ya hemû Rûsyayê ya di navbera tîmên êzîdî de” dê di demeke nêzîk de dest pê bike.

3. Werzişvanê êzdî Yurik Mamedov agirê olîmpiyadê hilgirt.

4. 5 hezar êzdî ji bo pîrozkirina vekirina Perestgehê – Tewafa Sltan Ezid bi civaka Êzidî re, ji bo pîrozkirina betlaneya salane serdana bajarê Augsburgê kirin. Continue reading “Xîret Nûçe 28.07.2024”




1. Bi însiyatîfa Wezareta Edaletê ya Ermenîstanê, di navbera 12-13 Tîrmehê de li bajarê Tsaghkadzorê li ser pêşnûmeya qanûna “Li ser Kêmarên Netewî” nîqaşa xebatê hat lidarxistin.

2. Êzidî ji bo çapemeniya azad meşiyan.

3. Wan rojan, li cihê gora komî li Alo Antar (nêzîkî Telafer): rizgarbûyek êzdî li term û hestiyên qurbaniyan temaşe dikir û wêneyên hevjîn û zarokên xwe, ku di 26.4. 2015 dest ji jîyana xwe berdan. Continue reading “Xîret Nûçe 14.07.24”