Iro 20ê kanûna pêşin Eyda Siltan Êzdît e! Êzdiyê temamya dinyayê Eyda Êzdît dine derbas kirinê, kîjan yek ji eydên sereke ye ji bona Êzdîa. Li stûdya Xîret Mêdyayê me mêvanî qebûl kirye Şêx Mîrxan û Pîr Maksîm, tev kî me axavtin çêkirye derheqa vê eydê:

  • Eyda Êzdît ji ku tê û gelo ferze ser êzdîa yan na?
  • Çi girîngya eyda heye ji bona parastina nasnema Êzdîa?
  • Çi rê û rizmê vê eydê hene û cawa têne kirin?
  • Me’nya rojiya çîye û çawa tê girtin?
  • Êzdî çawa lazime xwe xweykin van roja?

Bira rojiyên temamya Êzdîxanê qebûl bin û pîroz be Eyda Êzîd!

 




Îsal 150 saliya mêrxasê Êzdiyan Cangîr Axa temam dibe. Li pêşiya vê salvegerê, li gundê Artaşarê ya navçeya Armavîrê, şikilê Cangîr axa hate nûvekirinê li ser kûçeya ser navê wî.
Gundê Artaşarê yek ji wan gundên ewlin bû, kîderê ji bo rûmet û navê fermandarê êzidiyan kûce hate navkirin. Bineliyê gundê Artaşarê pey vekirina şikil xeverdan kirin û bîr anîn derheqa Cangîr axa û kirinê wî ji bona milet.



29-ê îlonê li gundê Aknalîçê, ber Ziyaretên Êzdîa yên Ermenistanê, di nav çêrga heykelên merxasên miletî cihê xwe girt heykelê Cewo Beg.

Continue reading “Vekirina heykelê Cewo Beg”




Dibêjin ji bo ku zimanê meriva xweş û dewlemend be, lazime em nas bikin çend meselê cimetê.

Ji bo wî yekê jî Xîret Medîyayê beşa 3-a li mesela hazirkirye. Keremkin çend mesela jî hîn bin beşa 3-a da. Continue reading “Meselê cimetê | Beşa 3-a”




Zimanê êzdikî pir dewlemend e. Gelek meselên êzdikî nayên xevitandin û hatye bîr kirin. Ji bo wê yekê jî reza programên me zêde dibin. Îro 1-ê Îlonê ye, roja xwendinê û zaninê. Xeberdin pê zimanê êzdikî. Bihnêrin programên me yê nû û hînî çend mesela bin. Continue reading “Meselê cimetê | Beşa 4-a”




Zimanê êzdikî pir dewlemend e.
 Gelek meselên êzdikî nayên xevitandin û hatye bîr kirin. Ji bo wê yekê jî reza programên me zêde dibin.
Îro 1-ê Îlonê ye, roja xwendinê û zaninê.
Xeberdin pê zimanê êzdikî.
Bihnêrin programa me ya nû û hînî çend mesela bin.



Ew çîye?

Bernema 2-an da zarokên me çend têderxistinok jî nîşan didin.

We jeriband hûn jî bilîzin tevî me? Continue reading “TÊDERXISTINOK / Beşa 2-a”




Vê carê jî em berdewam dikin çend têderxistinoka.

– We bersiva çend pirsan da?

– We ra hêsa bûn têderxistinokên me? Continue reading “TÊDERXISTINOK / Beşa 1-ê”




Xîret Mêdîa rêza bernema “Danasîna Ezdiyatiyê bi rengê têolojî û akadêmî” berdewam dike.

Xeleka 2-da rojhilatnas û zaneyê Êzdiyatiyê Pîr Maksîm Darwêşyan û rêdaktorê Xîret Mêdyayê Mûraz Şamoyan xever didin derheqa U’lmê dînê êzdîa, Qewl û Beyta.

Vê programê da tê behs kirinê ji van pirsa:

– Çi çevkanî hene baweriya êzdya da?

– U’lmê Êzdîyatiyê hatye nivîsandin yan herdem ser dil buye?

– Kitêba Çelwa û Mishefa Reş kitêbên êzdya ye pîroz in yan na?

– Qewl û Beyt çawa dibin mecal seva parastina zimanê dayîkê? Continue reading “U’lmê dînê êzdîa, Qewl û Beyt. xeleka 2-a”




Tiwafa Siltan Êzîd li bajarê Tilbîsê: 15-16.06.2024 Wek her sal, îsal jî le’da ewlin ya pêşiya roja mezela, li paytexta Gurcistanê: Tilbîsê hate pîroz kirinê Tiwafa Quba Siltan Êzîd. Rê û resmê tiwafê êvara 15 meha h’ezîranê de despê bûn, lê 16 mehê berbangê da jî hima roja Tiwafa Quba Siltan Êzîd despê bû.

Êzdiyên ku ji Gurcistanê û welatên din hatibûn bi coş û şahiyeke mezin beşdarî vê cejnê bûn․ Merasîm bi tevayî li gorî qirarê olî yên Êzdiyatiyê hatin derbas kirin: Berbangê Beyta Şêşems hate gotin, pişt re govenda def û şibaba, govenda def û zurnê hate geran, pey re jî perî hat siwarkirin.

Tîma Xîret Mêdiyayê îsal beşdarî vê Tiwafê bû. Keremkin zêdetir binhêrin derheqa Tiwafê ser rêportaja me. Continue reading “Tiwafa Siltan Êzîd li Tilbîsê”