Êzdî Kloça serê salê dine derbas kirinê

Êzdî Kloça serê salê dine derbas kirinê


Posted in Çand û Kûltûr, Nûçe

Ev eîda tê kivş kirinê pey 13-ê meha adarê roja çarşema ewlin heya roja pênşemê.

Eîda Kloça serê salê bi himlî nav êzdîên Kafkasyayê û dewletên Sovêta Berê tê derbas kirinê.

Roja çarşemê kevanîya malê bi eşq û şayî Kloç dipêje. Berî petinê hindur hevîrê kloçê de morî yan kapêk dadînin.

Berbanga roja pênşemê neferê malê temam dora kloçê top divin û malxê malê Kloçê ker dike. Sêrîda pê kêrê dike du parê wekhev, para jorin ew seva melaîk û kesên pîrozin di bawariya êzdîa de. Ew kesin:

  1. Heft mêrê dîwanê
  2. Xudanê malê
  3. Memê Şivan
  4. Gavanê Zerzan
  5. Xatuna Fexra
  6. Şems

Para jêrin jî tê ker kirinê ser navê neferê malê yê emir de mezin heya yê biçûk.

Eger morî yan kapêk para milyaket yan kesekî pîroz dikeve, ew milyaketa wê bibê parazvanê wê malbetê, Lê eger morî yan kapêk para neferekî dikeve, ew kes wê serfiraz bibe û gelek pêşkevtinê wê jêra hebin.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram