Koronavîrûs çîye?
Koronavîrûs dibe sedema hem persimê, hem jî nexweşiyên giran. Vîrûsa ku niha hatiye dîtin, cûrekî koronavîrûsê nû ye, kîjan di dawiya sala 2019 de li Çînê hatiye dîtin.
Çawa belav dibe?
Ew himlî ji meriya derbas dibe bi riya hewêva, wexta merivê nexweş dikuxe yan dibênije. Vîrûs ser kinca û hesina dikare heya 12 seheta bimîne.
Nîşanên nexweşiyê
Merîyê nexweş karin bê nîşan jî bin, yan cem wan karin nîşanê wek germayê, kuxikê pêjda bên. Zikêş û êşa qiriqê kêmtir pêjda tên. Nexweşî dikare xirabtir bibe û bibe sedema nexweşiya pişika û mirinê.
Gorî Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê wedê înkûbasîona vîrûsê 2-10 roja ye. Lê bi encema lêkolîna tê eyan kirinê ku hebûye, wekî wedê inkûbasîonê heya 24 roja kişandiye.
Çawa xwe biparêzî
Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê mecalê pêşîgirtinê dane eyan kirinê wekî vîrûs gelek zêde nebe. Şîret wiha ne: pê sawûn û avê zûzû destê xwe bişon, bi destê neşûştî çev, dev û pozê xwe nekevin, û normê hîgîênayê xweykin.
Ji bo pêşîgirtina zêdebûna vîrûsê meriyê nexweş yan yên ku cem wan nîşanê nexweşiyê hene gere malda bimînin û mal der nekevin, eger nîşanê nexweşiyê zêde dibin, eseyî herin ser bijîşk. Eger der dikevin cîye ku merî zefin, eseyî berrû (maske) danin ber dev û pozê xwe, waxta dikuxin yan dibênijin ber dev û pozê xwe pê tiştekî bigrin.