Hevpeyvîn tev dadgerê êzdî yê ewlin li Ermenîstanê Rûstam Maxmûdyan:

Hevpeyvîn tev dadgerê êzdî yê ewlin li Ermenîstanê Rûstam Maxmûdyan:


Posted in Mafê meriva, Nûçe

Hevpeyvîna Xîret Mêdîa yê tev kandîdatê hiqûqzanîyê, parlamêntarê ewlin ji civaka êzdîa di Parlamênta Ermenîstanê de, niha jî êdî Dadgerê Dadgeha Admînîstratîv Rûstam Maxmûdyan.

Bi fermana Serokê Ermenîsatnê Armên Sargisyan, di destpêka nîsanê de Rûstam Maxmûdyan hate kivş kirinê  wek dadgerê dadgeha admînîstratîv. Ev bûyareke girîng e seva civaka êzdîa ye Ermenîstanê, taybetî di goveka beşdarbûna êfêktîv ya miletê kêmjimar. Ser vê yekê Xîret Medîa yê axavtin çêkirye tev  birêz Maxmûdyan.

 

  Birêz Maxmûdyan, berî ewlin em we pîroz dikin seva kivşkirina we wek dadgerê dadgeha admînîstratîv û wera serkeftinê dixazin karê we ye nû de.

Zef razîme seva pîrozbahîyê we. Ez jî we pîroz dikim seva bernemê  nû, ewê wekî hûn kar dînin, û him jî dixazim, wekî ew bernemena dirêj wede bikşînin û komeka mezin bidin maf û azadîyên meriva re.

 Di jîyana civaka êzdîa da kivşkirina we wek dadger bûyareke girîng e. Hûn di dîroka Ermenîstana serbixwe de bûn parlamêntarê êzdîa yê ewlin, niha jî taybetî hûn bûn dadgerê êzdîa yê ewlin. Wateya vê derejê ji bo we çi ye?

Bi taybetî ew wisane, seva min ew tiştekî serbilindî ye, wekî di dîroka Komara Ermenîstanê de ez bûm parlamêntarê êzdî yê ewlin, peyra jî dadgerê êzdî yê ewlin. Careke din ser emirê xwe ye derbas kirî û paşerojê difikirî û têy ser wî fikirî, ku bi jîyana rast û bi rûmet tu timê jî têy qîmetkirin.  Lê di wê serbilindiyê de hesta borcdarîyê jî heye, borcdarîya pêşberî civakê û dewletê, wekî tu gere qulix kî Ermenîsatnê û welatîyên wêra․ Ez dikarim bêjim, wekî nek tenê Parlamêntê û Dadgehê da, lê her wisa jî ciyê xevatên mine berê û niha, kîderê jî ez xevitîme, timê nûnerê civaka êzdîa yê ewlin bûme, cawa mesele di fakûlteya Hiqûqî  ya Zanîngeha Êrêvanê ye dewletê da, di Offîsa Parezvanê Mafê meriva da û ciyên mayîn. Hemû ciya jî min xevata xwe berbiçev û êfêktîv kirye û niha jî hazirim di vê qulixa bilind û bi rûmet de jî wisa bixevitim, wekî hewaskarîya min ji pêkanîna edaletê bê, çimkî pêkanîna edeletê ew yek ji hîmê dewleta qanûnî ye.

 

        Kivşkirina we bûyareke girîng e wisa jî alîê pirsa beşdarbûna miletên kêmjimar. Di vî warî de, me dixast fikira we zanibya ser pirsa beşdarbûna miletê kêmjimar di jîyana civakî û sîyasî Ermenîstanê da. Ew ser çi astê ye niha?

Gorî Destûrê Komara Ermenîstanê dewletek serbixwe, dêmokratîk, qanûnî ye, kîderê meriv, maf û azadîyên wî nirxên herî bilind û neguhêzbar in. Lazime bê gotinê wekî tevahî statûsa miletên kêmjimar bi du cûra tê eyankirin. 1) Bi qanûnên destûrî, û 2) Bi pêkanîna sîyaseta navxwe ya dewletê û strukturên dewletê.  Tiştek eşkere ye: dewlet her du alîa va jî garantî kirye seva beşdarbûna miletên kêmjimar di jîyana civakî û sîyasî de, destpêkirî ji salên 1990-î de mejal hê zêde têne dayîn alîê dewletê da. Mixabin ser van pirsa gunehkarîya miletê me jî heye.  Carana ez axavtina de dibhîzim wekî meriv gazina dikin, dibêjin wekî mecal kêmin seva beşdarbûna jîyana civakî yan sîyasî de, lê berî her tiştî divê meriv xwandina bilind bistîne, wekî bikarbe seva qulxê bilind hazir be, û paşê fikirên xwe ye nerazîbûnê bêjin. Eger em kurtasî xeverdin, em karin bêjin wekî miletên kêmjimar raste hindik, lê bi vî yan wî cûreyî beşdarî jîyana dewletê ya civakî yan sîyasî dibin, tev da jî strûktûrên herêmî de kar dikin. Lê lazime dewlet sîyaseta wisa pêk bîne, wekî ew nûnerê miletên kêmjimar, kîjan xwandina bilind distînin, dema qebûlbûna xevatê komekê bistînin û carana hêsa bêne qebûlkirinê.

 

         Tixmîna we, dewlet gere çi bike, wekî nûnerê miletê kêmjimar aktîv beşdarî jîyana civakî û sîyasî bin?

Tixmîna min ev pirsa we domandina pirsa we ya derbas bûyî ye, û bê guman dewlet û strûktûrên wê çend kiryarên ferz dikarin bikin, taybet ew dikarin hijmara wan nûnerê miletê kêmjimar zanibin, kîjan xwandina bilind stendine, lê nikarin xevatê destxin.  Di warê derbasbûna xevata sektora taybet de pirsgirêkê wisa nikare pêjda bê, çimkî serwêrên sazîyên taybet bi xwe dixazin wekî xevaçîyê wan profêsîonal bin û ji bo wan ne hewceye miletîya wan yan statûsa wan․

 

         Birêz Maxmûdyan hûn salên dirêj di Offîsa Parezvanê Mafê meriva da xevitîne, karê parezvanîyê kirye û  baş dizanin derheqa pirsgirêkên parastina mafê meriva.  Niha rewşa parastina mafê meriva û her wisa jî rewşa mafê miletê kêmjimar bi fikira we çawaye?

Erê, bi rastî nêzîkî 8 sala Offîsa parezvanê mafê meriva da xevitîme, pirsên prosêsa cezayî û parastina mafê eskera va mijûl bûme. Min ew timê gotye, û niha carake din dibejim, wekî di Ermenîstanê ser dereca dîskrîmînasîayê bûyarên binpêkirina mafê meriva tunene, karaktêra binpêkirina mafê meriva himlî ûnîvêrsale, ne şexsî ye. Cawa salên bere, wisa jî niha rewşa  parastina mafê miletê kêmjimar ne xirab e, gelek cara di qulxê dewletê ye bilind da jî nûnere miletê kêmjimar xevat stendine.

 

 Sala 2018 dema hilbijartina serokwezîr parlamêntê da we pirsek da Nîkol Paşînyan derheqa kêmasîyên sîyaseta dewletê pêşberî miletê kêmjimar. Di vê xalê de niha rewş cawaye?

Ez niha jî dibêjim, wekî di encema guhartina serokatîya hikûmetê de ser berê tiştekî eyan ne hatiye guhartinê, çimkî pirsgirêkên wisa tunebûn. Nîkol Paşînyan bi xwe jî qayl bû wekî vê govekê da rewş ne xirabe. Lê roja iroyîn pirsgirêk jî hene, zagona parastina qanûnî ya miletê kêmjimar, kîjan pêjda hatibû hazir kirin, hê nay qebûlkirin, Odeya miletên kêmjimar, ku gere beşek ji Meclîsa Civakî  ve, hê ser qaxazê maye û pirsên mayîn. Gere bê gotin, wekî  di dema rayedarên siyasî yên başqe-başqe nêzîkbûna nêgatîv ya himberî miletê kêmjimar zêde hebûye heya sala 1998 a. Pey ra him sîyaseta ku dewlet dimeşîne, him borcdarîyên navnetewî yên ku Ermenîstanê hildaye ser xwe, alîkarî dan wekî miletên kêmjimar bi temamî mecalên xwe kar bînin.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram