Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam dike û berpirsên herdu welatan danûnstendin û agirbesta şer vê gavê qebûl nakin․
Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev di hevpeyvînekê de ligel kanaleke Rûsyayê aşkere kir, ku ew diyalog û danûstendinê red dikin. Herwiha Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan jî di hevpeyvînekê ligel kanala Rûsyayê de aşkere kir, ku heta şer û pevçûn berdewam bikin ew bi Azerbaycanê re diyalog û danûstendinê nakin.
Beriya bi çar rojan hêzên Azerbaycanê û Ermenistanê li ser herêma Arsaxê dest bi şer kirine û şerê wan bi giranî berdewam dike.
Li aliyê din Ermenistan Tirkiyê gunehkar dike ku alîgiriya Azerbaycanê dike û balafireke Ermenistanê xistiye. Herwiha çekdarên Sûriyê bo Azerbaycanê veguhestine û li dijî Ermenistanê bikartîne.
Li aliyê din berpirsên Tirkiyê red dikin ku wan beşdarî di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de kiriye.