Li Fêrîkê seva cihala tu mijûlbûneke balkêş tuneye

Li Fêrîkê seva cihala tu mijûlbûneke balkêş tuneye


Posted in Mafê meriva, Nûçe

Fêrîk gundekî êzdîa ye, kîjan dûre 5 km ji Êcmîasînê, 17 km jî ji navenda heremê. Berê çend navê gund hebûne:Karakançî, Qûreqend, Qerexanlî, Qirdaşên. Navê Fêrîk ser navê şoreşgerê êzdî ye navdar Fêrîk Polatove.

Pey serxwebûna Ermenîstanê ji ber aborîya xirav piranîya nifûsa derketin ji gund, gelek çûn Rûsîayê, qeza Stavrapolê. Naha di gund de binelîyê Fêrîkê çend malbet mane, yên mayîn evan salên dawî ji dereke hatin û gund de hêwirîn.

Mekteba gund heya koma 9-a ye, 47 şagirt wir hîn dibin. Serwêrê mektebê Lêvon Poxosyan di axavtina xwe de got, wekî dersê wan bi komê komplêkt ve têne derbas kirin çimkî şagirt komada kêmin, lê ew dixazê ev dereca bê guhastinê û dersxane dersê xwe cûda derbaskin.

mekteba gund

Seva vê problêmê wisa jî xever da serwêrê gund Rostem Hasanyan, kî wisa jî dersdarê êzdîkî ye. Bo gotina wî bi dersxanê komplêkt derbaskirina dersa ne rast û ne êfêktîve. Hasanyan got wekî heya sala 1992-a timê pey xilaskirina mektebê ji gund gelek dahatine qebûlkirinê li zanîngeha û kêsên ku dixastin xwandin bistînin gelek bûn, lê pey re tu kesekî êzdî xwandina xwe berdewam nekir.

“Sala par tenê 4 xortê me pey xilaskirina mektebê qebûl bûn kolêca bajarê Êcmîasînê, niha ewana eskerîyê ne. Xortekî me jî heye, kî îsal qebûl bûye di wê kolêcê. Problêma derva mayîna keçika ji mektebê cem me tune, çimkî dê bav himlî dihêlin zarê wan koma 9-a xilaskin, lê pey re şagirtê me naçin mektebê gundê kêlekê”.- di axavtina xwe de got serwêrê gund.

serwêrê gund û serwêrê mektebê

Wisa jî problême ew, wekî gund de pêşdibistan tune û gelek zarên êzdîa waxta teze têne mektebê, cem wan problêma zanebûn û fehmkirina zimanê ermenî çêdibe. Hene malbet wekî zarê xwe dibin pêşdibistana gundê kêlekê Arşalûysê û cem wana ev problêma awqasî çênabe. Berneme hebûye bona avakirina pêşdibistanê gund de, lê ew ne hatiye sêrî.

Gelek ji gundîya bi dilovanî û evîntî bîr danîn ew salê derbas bûyî, wexta di gund de jiyana çand û kûltûrê zindî bûye û pêşve çûye. Gund de klûba kûltûrê hebûye, kîderê fîlm hatine weşanê, komê kilam û reqasa êzdîa kar kirine. Lê niha seva cihala tu mijûlbûneke balkêş tuneye.

Serwêrê gund di axiriyê de ji mera got ku em rêyê gund jî bikşînin, ji ber ku ew li hîvya piştgiriya dewletê ne.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram