Bi biryara serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dest pê bûye prosêsa çêkirina komîsîona guhertinên destûrî.
Gorî pratîsa navnetewî komîsîonê wisa de gere hebin pispor ji miletên kêmjimar, wekî berjewendîên wan jî bêne hesavê. Pê guhartinên destûrê ye sala 2015-a hate peyda kirinê norm, gorî kîjanê di Parlamênta Ermenistanê de qursî dane miletê kêmjimar, lê mekanîzma bijartina wan kesa hate destnîşan kirin de Koda hilbijartinê de û wisa ku miletên kêmjimar bi xwe nikarin nûnerê xwe hilbijirin.
Di vî warî de kesên ku ji miletên kêmjimar derbasî Parlamêntê dibin, problêma rewabûna wan heye, çimkî ew ji alîêd civakê xwe de nayne bijartinê, bes derbas dibin pê biryara partîya.