Di prosêsa Referandûma Destûrê de gere kaxazên hilbijartinê pê zimanê miletên kêmjimar jî hebin


Referandûma Destûrê ya 5-ê meha nîsanê Merkeza Êzdîa ya mafê meriva beşdarî bloka “Çavdêrên Serbixwe” bûye.

Bloka “Çavdêrên Serbixwe” daxuyaniyek bela kir, pê kîjanê  pêşniyar kir wekî materyalên hilbijartinê pê zimanê miletê kêmjimar jî hebin. Ew wê  şansê çê bike seva ew nûnerê miletê kêmjimar, kîjan nizanin yan baş nizanin zimanê ermenî, bikarbin dengdayînê baştir bikin, yalîkîva jî ew şanse wekî carek din zimanê miletê kêmjimar bê xevatê.

Di lokalên hilbijartinê de gere pê zimanê miletên kêmjimar înformasîa hebin, kîjan wê şans bide li ser mercên wekhev meriv êfêktîv  beşdarî  dengdayînê bin.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *