Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan îro, roja 27.09.2020 an bang li civata navnetewî kir, da ku pişt rast bibin ku Tirkiye destê xwe neke nava nakokiyên di navbera wan û Azerbaycanê da li ser herêma Arsaxê.
Ev hişdarî ya ji aliyê Serokê hikûmetê Ermenistanê ve di wî çaxî da hat, dema ku berbangê îro şer di navbera Ermenistanê û Azerbycanê da derketî û Tirkiyê piştevaniya xwe bo Azerbaycanê diyar kirî.
Serokwezîr Pashnyan dibêje, rewşta Tirkiyê dê derencamên wêrankarî pêk bîne li herêma başûrê Qafqasiya û herêmên dewrûber.
Herdu aliyên şerker li herêma Qarabaxê didin zanîn ku kuştî hene.
Şer li Arsaxê berdewam e.