Pirsa gundê Fêrîkê ketîye dadgehê

Pirsa gundê Fêrîkê ketîye dadgehê


Posted in Mafê meriva, Nûçe

Prosêsa şuxula frotana xalîyên gundê Fêrîkê berdewame. Xîret medîayê re hate eyankirinê, ku serdana gundîa, pê kîjanê ewana dixazin neqanûnê bê naskirinê biryara firotana xalîê gund, alîêd dadgaha admînîntratîv hatiye qebûlkirinê.  Rûniştina dadgehê ye yekemîn 2-ê  nîsanê ye. Di bingeha serdanê de ew tê kivşkirinê,  wekî bi nêrîna qanûnî  xalîên komûnal her tenê dikarin kirê bêne dayîn, û nayine firotanê․ Parêzvanê ku ser vî shuxulî mijûl dibe di axavtina xwe de got, wekî li şaredariya gund de orîjînala biryarê jî ne hatiye dîtin û wekî tu docûmenteke ku îzpat yan jî piştgirya wê biryarê bikê tuneye. Em bêjin weki sala 2005-a nêzîki 200 hêktar xalîê gundê Fêrîkê hatiye kirîne alîê kurê birê gênêral Manvêl Grîgoryan, wê demê parlamêntar Hrant Grîgoryan û serwêrê gundê Arşalûysê Zarzand Grîgoryan va. Bi gotina parêzvan hene bingehên qanûnî wekî dadgeh daxwaza gundîa pêk bîne. Her tenê problêmek heye wekî alîêd Grîgoryanava ew xalîana sala 2018-a hatine firotanê û kesekî ermenî ji Lîbananê ew kirye. Em bêjin wekî sêr vê pirsê Merkeza Êzdîa ya mafê meriva şikîat kiribû raportorê Unê ser pirsê miletê kêmjimar. Parastina  mafê gundîa vî shuxulîda tê kirinê bi alîkariya Merkeza Êzdîa ye mafê meriva û Bingehên Civaka Vekirî-Ermenistanê dî para bernema mehkemê stratejîk.




Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Follow by Email
YouTube
YouTube
Instagram