Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir, ku şer bê rawestandin. Her wiha wezîrên derve yên herdu welatan îro wê Moskowê gotûbêj bikin bi înisytiva Rûsyayê.
Gorî agahdariya belakirî wê sêwirdarî bê derbas kirinê orta wezîrên karên derva yên Ermenistanê, Azerbaycanê û Rûsyayê. Gorî banga serokê Rûsyayê di rojevê de pirsgirêkên sekinandina opêrasiyonên leşkerî, pevguhertina cinyaz û girtiyan in ji bo sedemên mirovahiyê.
Krêmlê daxûyanî belav kir. Hat diyar kirin ku Pûtîn roja Pêncşemê bi riya telefonê li gel Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Peşinyan axivî .
Azerbaycanê 27’ê Îlonê da êrîşî ser Kerebaxa Çiyayî kirye û şerê giran 12 roje berdewam e.